Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîka li geviya Hormoz de teqeya huşdarî li belemên Spaha Pasdaran kirin

12:01 - 11 Gulan 2021

“Pentagon”ê daye zanîn ku, li geviya Hormoz de hêzên Amerîkayê teqeya huşdarî li belemên lezgîn ên Spaha Pasdaran ku nêzî gemiyên Amerîkayê bibûn kirine.

Roja Duşemî 10ê Gulanê, Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand: “li geviya Hormoz de, 13 belemên lezgîn ên Spaha Pasdaran bi mewdaya 130 heta 270 metran nêzî 6 gemiyên şer ên Amerîkayê bibûn ku hevrêtiya jêrderyayiya “USS Georgia” dikirin û gemiyeşer a Amerîkayê, 2 caran teqeya huşdarî bi wan belemên Spaha Pasdaran kiriye”.

Di wê derheqê de Berdevkê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê “John Kirby” got: “Li wan 2 heftiyên derbasbûyî de, eva cara 2ê ye ku belemên Spaha Pasdaran li Kendav û geviya Hormoz de nêzî gemiyên şer ên Amerîkayê dibin”.

Rejîma Îranê bi wan kiryarên metirsîdar û amator hewlê dide ku, gemiyên Amerîka li behra Emman, geviya Hormoz û kendavê de tûşî pirsgirêkan bike lê, her dem ku belemên Spahê nêzî wan gemiyên şer bûne, rastî teqeya huşdarîdanê hatine.

Berê Amerîkayê bi tekezî ragihandibû ku, li hember her gef û metirsiyek li ser hêzên xwe, dê bersiveke herî dijwar bide.