Di wan çend rojan de çendîn caran binkeyên hêzên Amerîkayê di Îraq û Herêma Kurdistanê de bûne armanca mûşekên girûpên ser bi rejîma Îranê.
Sibêdeha îro careke din devera Kesk a Bexdayê bo armanca 3 mûşekan û li gor zanyariyan hejmarek kes birîndar bûne.
Pêka nûçeyên belavbûyî di vê êrîşê de hejmarek kes hatine birîndarkirin.
Hevdem digel wê êrîşê, Balyozxaneya Amerîkayê ajîra huşdariyê lêxist û hate zanîn ku yek ji mûşekan balyozxane kiriye armanc, lê sîstema berevaniyê ya balyozxaneyê ew mûşek xistiye xwarê.
Duh Hevpeymaniya Navdewletî daye zanîn, binkeya “Eyn El-esed” a hêzên Amerîkayê bû bi armanca 23 mûşekan û di encamê de 3 kes hatine birîndarkirin.
Her di vê derheqê de, şeva Sêşemê 6ê Tîrmeha 2021an Balafirxaneya Navdewletî ya bajarê Hewlêrê bû bi armanca balafirên bê pîlot.
Dije Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke kurt de ragihand “Bi balafirên bê pîlot yên bombekirî êrişê ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin.”
Girûpa “Gurdana Tolhildana Muhandis” ku ser bi rejîma Îranê ye, ew êrîşane kişandine stuyê xwe.
Eva jî di halekê de ye ku duh pasdarê terorîst Husên Selamî, Fermandê Giştî ê Spaha Pasdaran a terorîst bi eşkere got: “Rûpelên pirtûka me Sûriye, Îraq, Lubnan û Yemen e û di wan deran de jî alîgirên şoreşê bi îlhamwergirtin ji alîkariyên îlahî berevanî ji şoreşa mezin dikin.”
Axaftinên terorîst Selamî bi eşkere dide xuya ku rejîma Îranê rastevxwe piştevaniyê ji girûpên terorîst dike û wan di warê cebilxane de dabîn dikin.
Binkeya Eyn El-esed yekem car nîne ku rastî êrîşan tê, di heyama du mehên borî de ew binkeye çendîn caran bûye armanca girûpên ser bi rejîma Îranê.