Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Deryayî yên Îran û Hevalbendên vê, monhoreke hevpara leşkerî lidar xistin

11:40 - 22 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 22`ê Kanûna Paşîn, hevdem digel birêveçûna civînên zîndîkirina Bercamê li Viyanê, li bakurê Penava Hindustanê, hêzên leşkerî yên deriyayî yên rejîma Îran û hevalbendên wê ên weke, Rûsiya û Çînê manhorek hevpar lidar xistine.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Fars”a girêdayî rejîma Îranê, ev manhora leşkerî ya Hêzên Deryayî yên Îran û Hevalbendên vê li ser navê “Pêkhatina Kemera Ewlehiya Deryayî ya 2022`an”, hatiye lidarxistin.

Ev manhora leşkerî ya hêzên Deryayî yên rejîma Îran û Hevalbendan di halekê de hatiye lidarxistin ku, di vê navberê de rejîma Îran berevajiyê îdi`ayên xwe ên han, tevî binpêkirina biryarnameyên 2231 û 2216`an yên Şêvra Ewlehiyê yên Saziya Navneteweyî, dizîna gemiyan, afrandina aloziyan li ser rûyê behrê, qaçaxkirina çek û teqemeniyan, qaçaxkirina petrola xav û madeyên sirker û herwisa tevlîhevkirina ewlehiya navçeyê, gefxwarina ji azadiya deryavaniyê û gemîvaniya navnteweyî, ji aliyê Spaha Pasdarana terorîst û girûpên bedel ên vê rejîmê di navçeyê de, roj lipey rojê ber bi zêde bûnê ne.

Her di vê  pêwendiyê de, rojnameya “Wall Street”, di raporeke xwe de belav kiribû ku, Şêvra Ewlehiyê di raporeke nehînî ya xwe de ragihandiye ku, rejîma Îran li bendera Casik û piştre li rêya behra Omanê, barên çek û teqemaiyên qaçax ku, ji aliyê Çîn û Rûsyayê ve hatine çêkirin , bo milîşên Husiyên Yemenê û hêzên bedel  ên xwe yên di deverê de dişîne.