Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên DAÎŞê di êrîşekê de 11 leşkerên Sûriyê kuştin

12:23 - 8 Gulan 2020

Saziya Çavdêr a Mafê Mirov a Sûriyê, bas ji kuştina 11 leşkerên rejîma Sûriyê ji aliyê DAÎŞê ve dike.

Roja Pêncşemî, 7`ê Gulanê, Saziya Çavdêr a Mafê Mirov a Sûriyê, bas kiriye ku 11 leşkerên Arteşa Sûriyê li êrîşa girûpa DAÎŞê di çola Sûriyê de hatine kuştin û ew êrîşe li ser maşînên leşkerî yên areteşa rejîma Sûriyê û hêzên çekdar ên girêdayê rejîma Sûriyê hatiye kirin ku di navbera du bajarên “El-Suxna” a parêzgeha “Hums”ê û “El-Şûla” a parêzgeha “Dêrezur”ê de bûye.

Saziya Çavdêrî a Mafê Mirov a Sûriyê, di raporekê de daye xuya ku çendîn kes jî birîndar bûne ku rewşa hindek ji wan girane.

Nezî mehekê berî niha jî, 27 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê li êrîşa DAÎŞê di bajarê “El Suxna”yê de ku di bin desthilata rejîma “Beşar Esed” de ye hatibûne kuştin.

Tevî şikestina DAÎŞê di sûriyê de, ji destpêka sala derbasbûyî ve, hêzên wan bi berdewamî êrîşî ser hêzên rejîma Sûriyê û hevpeymanê wê rejîmê kirine.