
Hêzên dije teror a Îraqê, li Bexdayê erîşî ser baregeheke “Ketayib Hizbullah”ê kirin û hejmareke endam û fermandeyên wê girûpê girtin.
Roja Înê, 26ê Hezîranê, Hêzeke taybet a dije teror a Îraqî di bajarê Bexdayê de, êrîşî ser baregeheke “Ketayiba Hizbullah”ê ya girêdayê “Heşda Şeibî” kir û 20 kes ji endam û berpirsên wê girûpê binçav kirin.
Pêka zaniyariyan, 3 kes ji wan kesên binçavkirî, fermandeyên payebilind ên wê girûpê ne, lê hêj ew yek bi fermî nehatiye piştrastkirin.
Dije terora Îraqê derheq wê bûyerê de hêj ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Heya niha rohn nebûye ku, bo dije terora Îraqê êrîşî ser wê girûpa girêdayî Heşda Şeibî kiriye ku rejîma Îran jî piştevaniya wê dike, lê çend çavkaniyên dije terora Îraqê baskirine ku wê girûpê dixwast êrîşî ser devera Kesk a Bexdayê bike.
Ketayiba Hizbullah di Cotmeha 2003an de li Îraqê hatiye damezrandin û wekî hêzeke ser bi Îranê tê naskirin.
Amrîka girûpa “Ketayiba Hizbullah”ê wekî saziyeke terorîstî û girêdayê rejîma Îranê nas dike.