Maşîna kesekî Belûç bi sedema lipeyketina hêzên ewlehiya rejîmê, li Mînabê tûşî qezayê bû û di wê bûyerê de canê xwe ji dest da.
Roja Sêşemî 2ê Şibatê, li devera “Bender Zek” a girêdayê bajarê “Mînab” li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, bi sedema lipeyketiya hêzên ewlehî bi dû ciwanekî “Belûç” re, maşîna wî rastî bûyerê hat û di nav agir de şewitî; Ew ciwanê “Belûç” yê bi navê “Xelîl” di nav agir de şewitî û canê xwe ji dest da.
Ew kesê “Belûç” hilgirê barê şewatê bûye ku bi sedema teqeya hêzên ewlehiyê, ji rêyê derketiye û tûşî agirberbûnê bûye; Bi wî awayî hêzên ewlehiyê bûne sedema canjidestdana trajîka wî ciwanê Belûç.