Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehiya Lubnanê 4 milyon hebên “captagon” peydakirin

18:20 - 12 Kanûna pêşîn 2021

Di bajarê “Beyrût” a paytexta “Lubnan”ê de 4 milyon hebên “captagon” ku bi armanca şandin bo Erebistanê hatibûne amadekirin, ji aliyê hêzên ewlehiya Lubnanê ve hatine zewtkirin.

Roja Yekşemî 12ê Kanûna Pêşîn, Saziya Ewlehiya Hundirî ya Lubnanê ragihand ku mezîntirîn barê madên hişber a îsal ku 4 milyon hebên “captagon” bûne û li nav barê gehweyê hatibûne veşartin, li enbarek di başûrê “Beyrût”ê de peyda kirine ku bo şandina bo Erebistanê hatibû amadekirin.

Ew nûçeye di halekê de belav bûye ku rojnameya “New York Times”ê li raporekê bi hûrî bas ji berpirsên hundirî yên rejîma Sûriyê û Hizbullah a Lubnanê kiriye ku bi avakirina torên berhemanîn û qaçaxa madeya hişber a “captagon”ê ku bi hebên “Madên Hişber ên Cîhadî” têne naskirin, bi milyardan Dolar dahatê bi dest dixin.

Di rapora Rêkxiraya Welatên Yekgirtî de li sala 1388an a Rojî hatiye: “Komara Îslamiya Îranê mezintirîn qaçaxçiyê madên hişber di cîhanê de ye”.

Herwisa Rojnameya “The Times” ê li 26ê xezelwera sala 1390an a Rojî de ragihandibû: “Qaçaxa madên hişber salane bi milyardan Dolar dahat bo Spaha Pasdaran heye û pêwendî digel torên mezîn ên berhemanîn û qaçaxa madên hişber di cîhanê de hene.

Ew torên ticareta madên hişber ên Lubnanê girêdayê torên ticareta madên hişber ên Spaha Pasdaran in.