Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên girêdayê rejîma Îranê sebebkarê nearamiya welatê Îraqê ne

13:04 - 10 Îlon 2020

Tedaxula rejîma Îranê li birêvebirina welatê Îraqê de di astekê de ye ku dema birêveberên wî welatî xwestine çaksazî li Îraqê de bikin, hêzên girêdayê rejîma Îranê bi alozkirina rewşa siyasî ya welatê Îraqê xwestine bi awayekî rêgirê guherkariyan bin.

Piştî hatina ser kar ya Serokwezîrê Îraqê, “Mistefa Kazimî”, navbirî soz dabû ku li hember girûpên çekdar û gendeliyê dê raweste û çaksaziyên hewce di wî welatî de cî bi cî bike, lê her dem ku xwestiye wan çaksaziyan bike, tundajotiya girûpên çekdar yên girêdayê rejîma Îranê zêdetir bûye.

Berpirsekî payebilind yê Îraqê bi Nûçegihaniya Firansê re ragihandiye: “Em tim di hember bûyeran de radiwestin û me nekariye li ser siyaseta xwe ya gîştî bisekînin”.

“Mistefa Kazimî”, bi hêzên taybet yên dijeteror yên wî welatî re îzn dabû, ku wan berpirsên payebilind ku heta niha ji lêpêçîn û lipeyketinê parastî bûne binçav bikin. Hewlên wan hêzên dijeteror bo komkirina çekên neyasayî li bajarên “Besre û Bexda”yê serkevtinek wiha tinebûye.

Ketayiba Hizbullah û Esayîbê Ehlê Heq û çend girûpên din yên girêdayê rejîma Îranê, ku di “Heşda Şe`ibî” de jî endam in, çaksaziyên “Mistefa Kazimî” bi dijî xwe dibînin û hemû hewlên xwe bona afirandina bûyer û fitneyan didin ku çaksaziyên “Mistefa Kazimî” sernekevin.