Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Henga Sînorî a rejîma Îranê dest biser ajelên welatiyan de digre

11:49 - 31 Gulan 2022

Hêzên Henga Sînorî ya rejîma Îranê ya li bajarê Dilhorana girêdayî parêzgeha Îlamê, dest biser152  heb ji pezên welatiyan de gritin.

Pêk rapora Nûçegihaniya Mêhr a girêdayî rejîma Îranê ku weşandiye: Serheng Ferec Rostemî  fermanderê Henga Sînorî a li Dilhoranê diyar kiriye ku, hêzên wan dest biser 152 heb pezên qaçax de girtine.

Li gor gotina wî fermanderê rejîmê ev pezên ku wan dest biser de gritine, hejmarek ji welatiyan xwastine wan bi awayê qaçax li sînorî bajarê Dilholaranê derbasî derve bikin lê, ev yekem car nîne ku berpirsên leşkerî yên rejîmê bi wan hincetan dest biser ajelên gundiyan de digrin.

Di rêkevta 6`ê Nîsana îsal de jî, Spaha Pasdarana terorîst li gundê Bikekê ya girêdayî bajarê Baneyê, dest biser pezên gundiyan de gritibûn û gundî jî azar dabûn.

Pêka çavkaniyên agehdar Hêza Spaha Pasdaran terorîzt di 6`ê Nîsanê de bi fermandehiya fermander Rastgo êrîşî li ser malên gundiyan de kiriye û bi hincetên ne rewa azara gundiyan kiriye.

Tev fermanderê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê yên li binkeyên leşkerî yên rejîmê yên li herêmên sînorî de ne, di kuştina kolberan û azardana welatiyên di wan herêman de dest hene.