
Hêzên hevpeyman û Hêzên Sûriya Demokratîk “HSD”ê li nêzîkî bajarê Dêre Zorê manorek leşkerî bi rê ve birin.
Di vê derheqê de Nevenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daye zanîn ku şervanên wan digel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAÎŞê, li ser rêya “Ebû Xeşeb”, li gundên rojavayê Dêre Zorê manoreke leşkerî lidar xistine.
Di wê manora leşkerî de Hêzên Hevpeyman û HSDê çekên cur bi cur ên wekî mûşekên dije-tank FGM-148, zirîpoşên leşkerî, mûşekên Taw û Mîlano û gelek çekên giran bikar anîne.
HSDê tekezî kiriye ku dê digel Hêzên Hevpeyman li dijî DAÎŞê berdewam bin û ew hevpeymaniya wan dê her hebe.
Ji aliyek di ve jî ew zirxpoşên Amerîkayê li Dêre Zorê gihiştine navçeyên di bin desthilata rejîma Sûriyê de.
Yekem car e ku zirxpoşên hêzên Amerîkî digihin navçeyên di bin desthilata hêzên Artêşa Sûrî û hêzên ser bi rejîma Îranê ên li gundewarên rojavayê Dêre Zorê de.
Amerîka di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Îlona 2014an de bi rêya bordûmana pêgehên DAÎŞê li Kobaniyê dest bi alîkariya şervanên Kurd kir û piştre hêzên xwe veguhestin Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên din ên Sûriyê.