Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Hizbullaha Lubnanê ji aliyê rejîma Îranê ve tên perwerde kirin

13:07 - 17 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê hêzên ser bi Hizbullaha Lubnanê û endamên ser bi vê saziyê bo şer li Sûriyê perwerde dikin.

Li gor rapora nûçegihaniya Feranse, yek ji endamên leşkerî yên ser bi saziya Hizbullaha Lubnanê eşkere kir ku hêzên leşkerî yên Hizbullaha Lubnanê cihgîr li berên şer li welatê Sûriyê ji alyê rejîma Îranê ve tên perwerde kirin.

Endamê leşkerî yê Huzbullahê eşkere kir ku ew hêzane paş perwerdekirina devra leşkerî bo Sûriyê tên rêkirin.

Rapor bas ji wê dikin ku hejmara hêzên leşkerîn yên Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê ji 5 hezar kesî zêdetir e û ew hêzane bo piştîwanî ji rejîma Beşar Esed çûne Sûriyê.

Rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê tevî hêzên Esed rola sereke di tepesekirina xelkê Sûriyê de hene û heya niha çendîn kes ji endamên Sipaha Pasdaran û besîcên rejîma Îranê di nav şer ligel muxalifên rejêma Esed de hatine kuştin.