Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên înitzamî êrîşî ser xelkê Sîlvanayê kirin

12:41 - 8 Gulan 2019

Kurdistanmedia:  Rejîma Îslamî ya Îranê bo dagîrkirina erd û serweta xelkê Sîlvanayê, êrîşî ser xelkê vê bajarî kirine û di navbera van de şer û pevçûn derketiye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî rêkefta 17`ê Banmera 1398`an, demjmêr 2`ê paşnîvro, Yekîtiya Te`avon tevî moxtarê gundê Zêve û hêzên înitzamî yên rejîma Îranê, bi zorê û gefanxwarinan dixwazstin xwedî dukanên bazara Sîlvanayê neçar bikin da ku navên Yekîtiya Te`avonê li ser dukanên xwe bizeliqînin.

Piştî vê kiryara hêzên înitzamî yên rejîma Îranê, xelkê vê bazarê digel hêzên înitzamî yên rejîmê, û heyeta Yekîtiya Te`avon û moxtarê gundê Zêve, rastî şer û pevçûnê hatine.

Moxtarê gundê Zêve yê bi navê Perwîz hebîbî, yek ji mohreyên rejîma Îranê ye ku piştevaniya vê kiryara rejîmê dike da ku, dukan û bazara xelkê dagîr bikin.

Hevdem Rêbaz Mîrizaiy Bexşdarê Sîlvanayê jî, alîkariya rejîmê dide, da ku erdê xelkê vê deverê bi zorê dagîr bikin.

Li Sîlvanaya girêdaiy devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, li bajaroka Zêve, bazarek hatiye avakirin ku 400 dukanan jixwe digire,û ev heyama 20 salane xelkê kêm dahat, dahata jiyana xwe li riya van dukanan dabîn dikin.

Ev kiryara karbidestên rejîma Îranê, nerazîbûna xelkê deverê lipey xwe hebûye û hêzên rejîmê jî gef ji xelkê xwarine ku hekî xelk alîkariya van nedin, wê van radestî dadgehê bikin û ceza bidin.

Ev bazara erdê saziya Neteweyên Yekigirtiye ku ji aliyê îdareya karûbarên koçberan ve birêve diçe.