Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên îtla`atê yên rejîmê tirba Pêşewa çawdêrî dikin

18:24 - 30 Adar 2019

Kurdistanmedia: Hêzên îtla`atê yên rejîmê li bajarê Mehabadê, li tirsa peyman nûkirina xelkê Kurdistanê di gel rêbaza şehîdan, derdora tirba Pêşewa Qazî Mihemmed çawdêrî dikin.

Li gorî nûçeya malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 10`Xakelêweyê, Hêzên îtla`atê yên rejîma Îranê, li bajarê Mehabadê li tirsa amadebûna xelkê Kurdistanê, ji bo peyman nûkirina di gel rêbaza şehîdan li ser tirba Pêşewa Qazî Mihemmed, û çawdêrî kirina mezarê Pêşewa, di demekê de ku deriyê mezarê daxistine , îzna rawestana xelkê di wê cihî de nadin.

Herwisa  hêzên îtla`atê yên rejîmê hewla belavkirina xelkê amadebûiy li wî cihê didin, û heya hewla desteserkirina xelkê jî didin.

Roja 10`ê Xakelêweyê hemû salê ku wekî roja bidar vekirina şehîd: Pêşewa Qazî Mihemmed, û Seyf û Sedrê Qazî”ye wekî roja “Şehîdên Kurdistanê” hatiye bi navkirin, û xelkê Kurdistanê jî bo peyman nûkirina di gel rêbaza şehîdan, û bilind ragirtina wê rojê li ser mezarê Pêşewa Qazî Mihemmed, û hevxebatên wî amade dibin û rejîm jî her sal bi awayên tund û  ewlehî, bo pêşî girtin ji amadebûna xelkê bi kar tînin.