Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên mîlîşiyayên ser bi rejîma Îranê parêzgarî ji bajarê Bexdadê dikin

16:51 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê ji riya rêkirina hêzekî zaf a leşkerî û çek û çol bo Îraqê, mayêtekirina karûbarê vî welatî dike.

Li gor raporan, çavkaniyekî nûçegihaniya Îraqê ragehand: Niha 5 girupên mîlîşiyayî ên Şî’e parêzgarî ji bajarê Bexdadê, paytextê welatê Îraqê dikin.

Di çend rojên derbasbûyî de, hêzên Sunî mezheb di perawêza bajarê Bexdadê de bi armanca êrîş bo ser paytextê Îraqê cêhgir bibûn, lê heta niha ji êrîşkirin bo ser vî bajarî serkevtî nebûn e.

Hêzên çekdar naskirî bi Mêhdî, Bedr,Esaîb, Ebulfezl û Muxtar navên wan girupên çekdar ên Şî’e mezhebane ye ku parêzgarîkirin ji bajrê Bexadê li sitûyê wan e û ji aliyê Sipaha Qudis a Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê piştîwanî ji wan tê kirin.

Girupên han di bajarê Bexadê de wêne û derûşmên Xumênî û Xamineyî bilind kirin e.

BBC di vê pêwendiyê de li devê çavkaniyekî hayîdar di parêzgeha Diyale de bilav kiribû, piştî pevçûna Îraqê, pitir ji 130 hezar endamên Sipaha pasdaran bi hêceta halîkarî, rahênan, şêwirmendî, bo wan parêzgehane hatine rêkirin.

Herwiha malpera rojnameya Gardiyen di devê karbidestekî peyebilindê Îraqê ve bilav kir: Di 48 demijmêrên derbasbûyî de du hezar hêzên leşkerî ên rejîma Îranê bo Îraqê hatibûn rêkirin.