Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîm 20 tirombêlên hemwelatiyan dest biserde girtin

19:51 - 21 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Karta nasnama 200 hevwelatiyên Kurd û 20 tirombêl, ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve li devera Şinoyê hat zewtkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 17’ê Nîsan a 2014’an, hejmarek hemwelatî li devera Şinoyê bi armanca anîna giyayê Biharê û pincarê xwarinê serdana çiyayên “Şetre û geliyê Tale carkeyî”yê kiribûn ku ji aliyê hêzên rejîm ve rêya wan hatibû girtin.

Hemwelatiyên han ku nêzîkê 200 kes bûn bi 20 tirombêlan xwastine bo pincarê Biharê herne çiya ku ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê cêgir di vê deverê de pêşiya wan hatiye girtin û serbarî sitandina karta nasnama wan, 20 tirombêlên wan jî dest biserde girtine.

Li gor vê raporê heya niha ew 20 tirombêle û karta nasnama wan 200 hemwelatiyên Kurd nehatiye dan.