Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîm li Seqizê dest bi komkirina mahwaran kir

13:58 - 23 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Paş komkirina setelayît û dîşên mahwaran li bajarên Mako û Kengawer, hêzên rejîma Îslamî a Îranê li bajarê Seqizê jî dest bi komkirina mahwaran kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 17’ê Hezîran a 2014’an, hêzên Îtizamî bi alîkariya hêzên îdareya Îtilat a rejîma Îslamî ya Îranê, li bajarê Seqizê setelayît û dîşên mahwaran ên hemwelatiyan kom kirin.
Li gor çavkaniyan, hêzên rejîm bi bê muhleta yasayî û dadwerî êrîş kirine ser mala hevwelatiyan û serbarê çêkirina keş û hewayeke tirsnak, mahwarên welatiyan kom kirin.

Piştre jî hêzên rejîm li bajarên Kengawer û Makoyê, bi bê muhleta yasayî êrîş kirine ser mala hemwelatiyan û dest bi ser mahwarên hevwelatiyan girtin.