Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‌‌Hêzên rejîma Îranê ajelên xelkê didizin

12:24 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 8ê Xezelwerê, hêzên întizamî yên rejîma Îranê li gundê “Dizê” li devera Mirgewer, hejmareke zêde ji ajelên xelkê xewt kirine û bo Sîlwanayê şandine.

Ew ajelên xelkê bi 4 kamiyonan hatine barkirin û bo Sîlwana yê veguhastine.

Zewtkirina ajelan li deverên bajarê Urmiyê ji aliyê rejîmê di halekê de ye ku, dahata piraniya xelkê deverê bi xwedîkirina ajelan ve girêdayî ye û tevî hevsînorbûn digel Tirkiyê û Îraqê ti hewlek bo baştirkirina rewşa jiyana xelkê wan deveran nedane.

Hêzên rejîma Îslamiya Îranê di wan çend salên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan carî ajelên xelkê zewt kirine û bi kuştargehan dane û piraniya caran dahata wê li navbera hêzên xwe de dabeş kirine.