Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê bixwe binkeyên xwe hirifandin

17:15 - 25 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê, xwenîşanderan tohmetbar dike ku, ew fitneçî û alozker bûne, lê raporên belavbûyî didine xûyakirin ku, rejîma Îranê bixwe dest di wêrankirina binke û îdarên xwe de hebûye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî wê ku xelkê Kurdistan û Îranê bi dijî bilindbûna nirxa benzînê, xwenîşandan kirin, hin kesên taybetî yên girêdayî bi rejîmê, dest bi şikandina şûşeyên bankan kirin.

Paşê ku xwenîşandan di bajarê Bokanê de berfirehtir bibû, hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst bi maşîn û kincên şexsî rijiyane nav xelkê û dest bi lêdana xwenşêanderan kirin.

Piştre rejîm li bajarên “Miyandaw” û “Sayîn Qela”ê, bi helîkopteran hêz anîne bajarê Bokanê.

Hevdem di bajaraê Seqizê de, ji binkeya Artêşa rejîmê, hêz bo bajarê Bokanê veguhastibûn.

Pareke zêde ji xwenîşanderan ji aliyê Mûsewî, dadwerê rejîmê ve bi tohmeta “Miharibe” anku şer li dijî xwedê, hatine dadgehîkirin.

Xwenîşander bi barimteya 100 heya 200 milyon tûmenî hatine berdanê.

Cuda ji xelkê asayî, hejmarek ji çalakvanên medenî û kultûrî, ji aliyê îtila`atê ve hatine gazîkirinê.

Pêka zaniyariyên bawer pêkirî ku di malpera “Kurdistanmedia”yê de hatibûne belavkirin, biryar wisa bû ku, li hegera doma xwenîşandanan di roja Sêhem de, fermandarî û îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Bokanê, berq û gaza wî bajarî qut bikin.