Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê daxwaza vala kirina gundê Qulqule a ser bi Merîwanê kirine

16:19 - 13 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê bi akinciyên gundê “Qulqule”a ser bi Merîwanê ragehandiye, dibe wî gundî texliye bikin.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, li dirêjahiya givaşên rejîma Îranê bo vala kirina gundên bajarê Merîwanê bi akinciyên gundê “Qulqule”yê hatiye ragehandin, dibe bi wan zûyane wî gundî vala bikin û li gunde derkevin.

Di vê pêywendiyê de roja înê berwar 10’Gulan a 2013’an, berpirsên pasigaha sînorî a “Qulqule”yê li dema nimêja înê de bi akinciyên wan gundane gotiye, muhletek bi ve tê dan ku wî gundî bicih bihêlin û derkevin.

Yek ji akinciyên gundê “Qulqule”yê bi malpera Kurdistanmedia re ragehand, rejîma Îslamiya Îranê bi heceta avakirina binka leşkerî û devera mezbanî wî gundî çul dike.

Hevwelatiyê han got: Rejîma Îranê bi me gotiye: Bo jiyan kirinê dikarin biçine deşta “Bêlû” li Merîwan ê.

Piştre bi akinciyên gundekî ser bi bexşa Xawmîra yê regehandibûn ku dibe gundê xwe vala bikin.