Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê di bi lêdan û kutanê de Jinek kuştin

13:12 - 22 Gulan 2020

Karbidest û hêzên tepeserkare Şaredariya rejîma Îranê li bajarê Kirmaşanê de, jineke 55 salî bi lêdan û kutanê kuştin.

Roja Sêşemî, 19`ê Gulanê, Hêzên Şaredariya Kirmaşanê, jinek bi navê “Asiye” 55 salî, ku Dayîka 7 Zarokan bû, li berçavên xelkê, bi qasekî kutan ku heya gehandine Nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

Wê jina 55 salî, dema nerazitiya xwe hember herifandina mala xwe ji aliyê Me`emûrên Şaredariyê ve de nîşan danê, bi avayekî gelek hovane kevte ber lêdan û kutanê.

Ew bûyer di bajaroka “Fedek” a bajarê Kirmaşanê de qewimiye.

Pêka Nûçegihaniya “Hêrana”yê, kesekî agehdar gotiye: “Karbidest û hêzên Şaredariya Kirmaşanê, li berçavên cînaran, ew jin kutane û gaz bi serûçavên wê de dakirine ku piştî weguhastina bo Nexweşxanê, canê xwe ji dest daye”.

Karbidest û Me`emûrên Şaredariyê , tenê bi lêdan û kuştina wê jinê nesekinin û piştî hing Derban û Mala wê jî bi temamî herifandin û piştî kuştna vê, zarokên vê jî perîşan û derbider hêlan.