
Ji roja 20ê Meha Xezelwerê ve heta 23 wê mehê pêlek nû ji binçavkirina welatiyan ji aliyê navendên ewlehî yên ser bi rejîma Îranê ve dest pê kiriye û ew welatî ji bajarên “Bane, Merîwan, Seqiz û Sine”yê hatine binçavkirin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.
Pêka hin çavkaniyên agehdar rejîma Îranê wekî her car bi lêdan û kutan û bêrêzî û sivikatîkirinê ew welatî binçav kirine û pirraniya welatiyan bi bê belgeyên yasayî hatine binçavkirin û malên wan hatine vekolînkirin û dest bi ser kelûpelên takekesî yên wan de hatiye girtin.
Hatiye zanîn ku rejîma bo çavdêrîkirin û destbiserkirina wan welatiyên Kurd, ji diron û maşînên hawarhatinê yên wek ambûlans mifah vergirtiye.
Di vê derheqê de, Navenda Amariya Saziya Mafê Mirovî a Kurdpa”yê amarek ji welatiyên binçavkirî belav kiriye ku amar bi vî awayî ye:
Di 4 gundên “Bane”yê de 17 kes hatine binçav kirin, bi wan navan; “Selah Pizişkî, Refîq Pizişkî, Menaf Pizişkî, Kerîm Pizişkî, Bêhzad Pizişkî, Hacî Ebûbekir Pizişkî, Luqman Pizişkî, Ferhad Pizişkî, Ferzad Pizişkî, Ehmed Pizişkî, Erselan Pizişkî, Kamran Pizişkî, Seîd Reşîdî, Cemal Mirwetî, Osman Mihemedpûr, Kurdo Husênpûr û Elî Çomanî”
Di gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê de 6 kes hatine binçavkirin ew jî wiha ne:
“Ferîd Direxşanî, Keywan Mînûyî, Ebdûlrehman Efşar, Idirîs Behramiyan, Ebdulrehman Eştek û Mihemed Ehmedî”.
Di gundên “Melqerenî” û “Pîrûmran” ên ser bi bajarê “Seqizê” de 5 kes hatine binçav kirin bi wan navan:
“Ebdullah Mehcûr, Mihemed Mehcûr, Eyûb Mînnayî, Cemal Ezîzî û Saman Xusrewî”
Li gundên “Niyer” û Tengîser” ên ser bi bajarê “Sine”yê 5 kes hatine binçav kirin, ew jî wiha ne:
“Areş Mînberî, Zaniyar Mînberî, Seywan Mînberî û Aram Muradiyan”
Di nava ew kesên ku hatine binçavkirin mamostayên zimanê Kurdî û girtiyên siyasî yên berê û çalakvanên medenî hene û rejîma Îranê wekî hertim mafê destpêragihiştin bi parêzer, hevdîtin digel malbat bi wan girtiyan re nade, û bi lêdan û îşkence wan neçarî îtirafa bi zorê dike.
Eva yekm car nîne ku rejîm bi gelemper û kom welatiyan binçav dike, heta niha sê pêl di Kurdisanê de hebûne.
Di pêla yekem de 28 kes ku piraniyan wan xelkên “Şino, Pîranşer, Mehabad û Sine”yê bûn.
Pêla Duyem ku di meha Pûşpera sala 1399an a Rojî de bû; 23 kes hatin girtin û piranya wan xelkê bajarên “Mehabad, Şino û Pîranşar”ê bûn.
Herwisa pêla Sêyem ku gelek berfireh bû, 104 kes ji 15 bajarên Kurdistanê tê de hatine binçavkirin.