Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê êrîşî ser Dêr a Fileyan kirin

12:17 - 24 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê, êrîşî li ser Dêra Fileyan ya li bajarê Tevrêzê kirin destbiserde giritin.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Pêncşemî 23`ê Gulana 2019`an, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Tevrêzê êrîşî li ser Dêra Fileyan ya bi navê “Êncîl” ku ev 100 salin hatiye avakirin û yek ji şûnewarên dîrokî ya wî bajarî tê hesabkirin kirine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê heya Xaça li ser bilindahiya vê Dêra Êncîlê jî anîne xwarê û kilîlên deriyan jî guherîne, û bi awayekî eşkere ragihandine ku, êdî Fileyan îzina lidarxistina tu rêûresmeke mesebî di vê Dêrê de tunînin.

Piştî rêûresma sersala nû ya Fileyan, nîgeraniyên endamên birêveberiya vê Dêra Fileyan destpê kiribû, çimkû, biryar bo rêûrsmeke hevpar di vê Dêrê de bê lidarxistin, lê, berpirsên ewlehiyê yên rejîmê îzina birêveçûna rêûresmê nedan.

 Her di vê pêwendiyê de, li Dêra Êncîlê a bajarê Tevrê, rêûresmên Fileyan bi zimanên Ermenî, Aşûrî, Farsî û Îngilzî birêve diçûn.

Di sala 2011`an, bi destûra Hesen Babayî, dadwerê dadgeha Şoreş ya rejîmê, dest bi ser vê Dêra Fileyan hate giritin.

Fileyên Aşûrî û Ermenî wekî civakên dîrokî û kêmaiyên wî welatî bi awayê fermî hatiye naskirin û wekî olek di Îranê tê hesabkirin lê, rejîma Îslamî pêşî ji birêveçûna rêûresmên olên xeyrî mesebê Şî`e digire.

Her dive pêwendiyê de, di 11`ê Banemera îsal de, şvêrmendê taybet yê wezareta karê derve yê Amerîkayê li karûbarên meseban di Rojhilata Navîn, başûr Asiyayê, derheq berdewambûna azar û ezyetkirina mesebên cuda li Îranê, ev rejîma dîktator rexne kirbû, û daxwaza azadkirina bilez ya hemû giritiyên mesebî ji aliyê rejîma Îranê kirbû,û herwisa ji vê rejîmê daxwaz kirbû da ku rêz li meseban bigire.

Rejîma dîktatora Îranê, xeyrî mesebê Şî`e tu mesebên din bi fermî nasnake û di gotar û yasaya bingehîn ya dewletê de tevahiya meseban xeryî Bihayan bi fermî nas dike, lê, bi kiryar tu rêzekê li van nagire û îzina beşdarbûna mesebiyên xeryî Şî`e di karûbarên welat de pêşî jê digire û van azar û ezyet dike.