Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê li gundê Birayîmabad ê girêdayê bajarê Bokanê êrîş kirine ser xelkê

17:57 - 12 Nîsan 2022

Pêka nûçeha gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên Întizamî û Ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Miyaduawê bo birina xîz ji çemê “Cexetû”yê êrîşî ser xelkê gundê “Birayîmabad”ê kirine.

Piştî vê êrîşê, rejîmê bi kompirês û loderan xîzê girê “Girde Qebran”ê bo Miyanduawê birîne.

Pêka zaniyariyan, xelkê gundê “Birayîmabad”ê bi şêwazek asayî ew xîze kirîbûn, lê niha rejîm bi awayê zorê ji xelklê distîne.

Birina xîz ji çemên Kurdistanê ji aliyê kompaniyên “Aşê Xîz” ve, bûye gefek li ser jingeha Kurdistanê

Piraniya xwediyên kompaniyên “Aşê Xîz” girêdayê rejîma Îranê ne û navendên ewlehî yên rejîmê piştyevaniyê ji wan dikin.