
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia”yê, hêzên Spaha Pasdaran bi rêya manovrlêdan û geriyan li nav bajarê Bokanê de xwestine xelkê bitirsînin.
Ew cehda rejîmê piştî wê yekê bû ku li rojên derbasbûyî de, desteyek ji pêşmergên çiya û bajar bi armanca pêwendîgirtin digel xelkê serdana deverên Mihabad û Bokanê kiribûn û digel hêzên dijî gelî yê rejîma Îranê tûşî şer û pevçûnê bibûn.
Pêywendîgirtina hêza pêşmergên Kurdistanê digel xelkê Kurdistanê li wan çend salên derbasbûyî de, tirs û sam xistiye nav dilê rejîmê de, lewma rejîma Îranê cehdê dike ku bi rêya manovrlêdanan û belavkirina hêzên xwe, xelkê çavtirsandî bikin.