Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Baneyê welatiyek Kurd kirin bi armanc

12:08 - 26 Şibat 2022

Pêka nûçeya ku ji aliyê Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ve hatiye belavkirin, êvareya roja Înê 6`ê Reşeme (25`ê Şibat a 2022`an), welatiyek Kurd ê bi navê “Seîd Pîran” yê temen 40 sal û xelkê gundê “Kerîmava” yê ser bi bajarê Baneyê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Kurdpayê nivîsiye: “Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi şika hebûna tiştên qaçax, ev welatiyê Kurd kirine bi armanc”.

Piştî vê bûyerê termê navbirî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” a bajarê Baneyê hatiye veguhstin.

Navbirî xîzandar û xwediyê du zarokan e.