Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê li Şinoyê ketin boseya hevdu, û kuştî û birîndar hene

13:01 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê belav kir, ku hêzên rejîma Îranê li Şinoyê ketin boseya hevdu, û hejmarek ji wan hatin kuştin, yan jî birîndar bûn.

Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di nûçeyekê de belav kir, ku roja Duşemiyê 11`ê Pûşperê demijimêr 9`ê şevê hêzên rejîma Îranê ji tirsê Hêza Pêşmerge li pişt gundê Quruşawê a ser bi Şinoyê ketine boseya hevdu, û hev dane ber gulleyan.

Li gora vê nûçeya Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, di encama teqeya hêzên rejîmê li hevdu, hejmarek ji hêzên rejîmê hatin kuştin, yan jî birîndar bûn, û rejîmê ambolans şandin cihê pevçûnê.