Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê 2 lawên Ereb yên Ehwazî kuştin

14:04 - 31 Tebax 2020

Piştî nerizayetiya xelkê gundê Ebulfezl a ser bi Ehwazê û tepeseriya wan ji aliyê rejîmê ve, roja derbasbûyî hêzên rejîmê maşînek bi navê “Pirayîd” dane ber gullan û 2 lawên Ereb têde kuştin.

Roja 30ê Tebaxa 2020an bi hegera teqeya rasterast a hêzên rejîmê 2 lawên Ereb ku sivarê maşînekî bi navê “Pirayîd” bûn, hatine kuştin.

Ew cinayeta hêzên rejîmê li navça Asiyabad a Ehwazê hate encamdanê.

Ew 2 lawên Ereb di dema êrîşa hêzên rejîmê bo ser gundê Ebulfezl, ji kesên nerazî bûn û di hember xirabkariya rejîmê de berxwe dan û bertek nîşan dabûn, lewma egera hindê heye ku armanca hêzên rejîmê ji kuştina wan her ew yeka be.

Piştî nerizayetiya xelkê gundê Ebulfezl li hember dagîrkariya hêzên rejîmê de ku dixwastin gund ji wan bidine çolkirin û ji gundiyan bistînin, rejîmê bi awayekî hovane êrîş kire ser gundiyan û heya niha 130 kes hatine binçavkirin, û di dema ku dixwastin wan 2 lawên Ereb jî binçav bikin û ew nesekinîn, ew dane ber desrêja gulan û kuştin.