
Rejîma Îranê tirisek zêde ji kombûna xelkê heye û bi şandina hejmarek zêde ji hêzên serkotkar ên xwe rê ji wan kombûnên ku bi hikeftên cuda têne girtin, digire.
Roja Înê 15ê Reşeme, biriyar bû bi banghêjiyana girûpên medenî yên ser bi bajarê “Sinê”yê rêûresma “8`ê March” roja cîhanî ya Jinana li çiyayê “Aviyer” ê ser bi bajarê “Sine”yê bê lidarxistin, lê hêzên Întizamî û ewlehî bi mîlîtarîzekirina wê derê, berahîka kombûnê girtine û îzin nedane xelkê ku wê rêûresmê bi rê ve biben.
Rejîma Îranê li hêza xelkê ditirse û bi hemî awayekê pêşî jê kombûnên asayî jî digire.