
Çend roj berî niha kesek bi navê “Mêhrdad Sipêhrî” li bajarê Meşhedê, di nava kolanan de gelek nemirovane ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin.
Belavbûna vîdiyoya girêdana ciwanekî bi tîra berqê ve û kuştina wî bi derba batomên şokê û gaza bîberê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, bala raya giştî ya cîhanê bo xwe rakêşa.
Wê cinayeta hêzên rejîma Îranê ku di torên civakî de gelek dengvedan hebû, berpirsên rejîmê ji bona xwe bêtawan nîşan bidin û xwe li jêr barê cinayetekî wiha de dûr bigrin ragihandin, ku belavkirina wê vîdiyoyê karê dujmina ne û “Mêhrdad” di encama kêşeyekî malbatî de hatiye kuştin.
Eva jî di demekê de ye ku di vîdiyoyê de gelek bi başî xuya ye ku polîsê rejîmê çawan wî ciwanî zecirkuj dikin.