Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê êrîşê ser zanîngehan kirin

11:32 - 19 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Hêzên rejîmê, li bajarê Tehran êrîş kirine ser zanîngehan û dest kirin bi desteserî û lêdana xwendekaran.

Pêka wan vidiyo û nûçeyên ku li ser torên civaî hatine belavkirin, piştî evê ku xwendekaran jî dixwastin tevlî meşa xwenîşanderan bibin, hêzên rejîmê, bi awayê herî hovane êrîş kirne ser zanîngehên bajarê Tehranê û destavitin bi tepesrkirina xwendekaran.

Hêzên rejîma dijî mirov, destpêkê dora zanîngehê girtin, daku hemû xwendekaran binçav bikin, piştî hingê êrîşê nav zanîngehê kirin.

Di vê êrîşê de, dehan xwendekar hatine desteserkirin û dehan kesên din jî, bi hegera lêdan û teqeya tepeserkaran birîndar bûne.

Parek li Xwendekaran karîne ji deriyê aliyê piştê û ji ser tîrekan ve, xwe rizgar bikin.

Xwendekaran bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaz ji xelkê kirine daku, havara wan de biçin û wan ji dest dijî geliyan rizgar bikin.

Xwendekar dibêjin, hêzên rejîmê dixwazin careke din, cinayeteke wekî ya Kuyê danîşgaha Tehranê ducarî bikin.

Pêka dawî zaniyariyan rewşa zanîngehên Tehranê bi tewavî ne hêmine û cihê nîgeraniyê ye.