Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê kolberekî Kurd kirine armancê xwe

11:36 - 25 Gulan 2020

Roja Yekşemî 4`ê Cozerdan (24`ê Gulan)ê, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Soma û Biradust a girêdayê bajarê Urmiyê kirine armancên xwe û bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîmê, kolberekî Kurd ê bi navê, “Erselan Ehmedî” kurê “Hakim” canê xwe ji dest da û herwisa du kolberên din jî yên bi navên “Turan û Ridwan Ehmedî” kurên “Ebdullxaliq”, bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Ew sê kolberên Kurd xelkê gunbdê “Kuran” a ser bi devera Soma û Biradust a girêdayê bajarê Urmiyê bûn, hêzên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê ew sê kolberên Kurd dane ber gulleyan û di encamê de “Erselan Ehmedî” bi sedem berketina gulle demudest canê xwe ji dest da.

“Turan û Ridwan Ehmedî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxana bajarê Urmiyê hatine veguhastin û niha di bin tedawiya pizîşkî de ne.

Hêzên rejîma Îranê bi berdewamî kolberên Kurd dikine armancên xwe û canê wan ji wan distînin. Ew kolberanane ji bo pariyek nanê helal rû li karên metirsîdar dikin û rojane li ser sînor hejmarek kolberên Kurd canê xwe ji dest didin.