Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê li devera Mirgewer kolberek Kurd kuştin

12:29 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeyek ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Înê 18`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ebdulezîz Hacîpûr” temen 43 salî, kurê Ebdulcebar û xelkê gundê “Çiryava” yê ser bi devera Mirgewer, li encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li ser sînorê Urmiyê canê xwe ji dest da.

“Kurdpa”yê daye zanîn: “Hêzên Spaha Pasdaran bi bê agehdarkirina berê li devera “Bênar” ya Mirgewer ew kolbere dane ber gulleyan û di encame de canê xwe ji dest da.”

Kurdpayê daye zanîn, “ew kolbere tenê çend boks cigere cem bûne.”

Termê “Ebdulezîz Hacîpûr “ bo pizîşkiya yasayî li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Ew Kolbere xîzandar e û xwediyê 3 zarokan e.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amara Saziya Mafê Mirov a Kurdpayê, di heyama 6 mehên despêka sala 2021`an de, 98 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.