Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê li Urmiyê êrîş kirine ser pincarçiyan

12:08 - 19 Nîsan 2021

Hêzên dijîgel yên rejîmê êrîş kirine ser wan kesan ku bona peydakirina pariyekî nan, diçin ji çiya pincar diçinin û tînin li ser rêkan difroşin.

Gorî vîdiyoyekê ku li ser torên civakî dest bi dest belav dibe, hêzên dijîgelî yên rejîmê, li herêma Tirgewer a grêdayê bajarê Urmiyê, êrîş kirine ser wan kesan ku ji çiyayên wê herêmê pincarê Biharî wekî Kengir, Lûşe, Rêvas, û…hwd çinîbûn û li ser rêya hatinûçûyîna maşînan difirotin da ku bikarin dahatekî kêm ji wê zehmeta xwe bi dest ve bînin.

Hêzên tepeserkar ên rejîmê êrîş kirine ser wan û pincarê wan ji nav birine, sivkatî bi wan kasibkaran kirine.

Xelk hemû salê di demsala Biharê de bona çinîna pincar diçine çiya û eva ku destê wan dikeve, tînin û difroşin da ku bikarin di wî heyamî de pariyek nanê helal bo malbatên xwe peyda bikin.

Rejîma dijîKurd heta wî karî jî bo wan bi rewa nizane û berahîka wan digre.