
Hêzên Spaha terorîst a Pasdaran di gundê “Bilûl Ava” li devera “Nazî”yê, Ava werzîgaran li ser qut kiriye.
Li gundê “Bilûl Ava” di devera “Nazî” ya girêdayê bajarê “Urmiyê”, emrazê pompajkirina Ava werzîgariyê, ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatiye zevtkirin û derfeta mifahwergirtin ji Av ê nadin werzêran.
Pêka gotina werzîgarên gundê Bilûl Ava,çendîn caran emrazên pompaj a Av a wan gundiyan ji aliyê rejîmê ve hatine zevt kirinê û piştre di bazara heracê de hatine firotin.
Îdare ya “Abiyarî” ti emrazek bona pompajkirina Av ê nade wan, ew hebxwe dikirin, û ji aliyê Spaha Pasdaran ve, têne zewtkirin û piştre têne firotinê.
Herwisa wan werzêrên gundê “Bilûl Ava” ragihand: “Qasekî berfireh ya erdên derdorê di bin destê Spaha Pasdaran dene û Îdareya “Abiyarî” îzna weguhastina Av ê daye wan û erdên xelkê yên werzîgariyê ku serweyî ji erdên Sipaha Pasdaranin, hişk kirine û îznê nadin ku em mifah ji wê Av ê wergirin”.
Tewî ku şikayetên werzîgaran ji Spaha Pasdaran di dadgehan de, ew pirs bê encam maye, kanala weguhastina Av a erdên spahê di nava zewiyên wan werzîgaran re derbas dibe û gelek xisar gihandiye erdên wan.