Hêzên rejîma dijî Kurde Îslamiya Îranê, Mezarê 3 Pêşmergên Şehîde Kurdistanê têk dan.
Gorî zaniyariyan çend rojan berî niha hêzên rejîmê li Payîgeha Gevriya Zînê li herêma Mirgever a ser bi Urmiyê, Gor û cihê weşartina termê pîroze 3 Pêşmergên şehîd têk didin û sivkatiyê bi rufad û hestiyên wan şehîdan dikin.
Termê pîroze Şehîdan Mahir Ebdî, Ehmed Qasimî û Selah Mecîdfer li cihekê bi navê Gevriya zînê bi axa Kurdistanê hatibû spartin.
Hewceyî bîranînêye ku roja 18 ê meha Cozerdana sala 1365 an hejmarek Pêşmergên Lika 1 ya Hêza Agirî di Gevriya Zînê bûn ku hêzekî zafe Caş û Pastaran hate ser wan, pitî şer û berxwedaniyekî qehremananeye wan Pêşmergan di gel hêzên rejîmê, û kuştina hejmarek ji Caş û Pastaran, mixabin 3 Pêşmergên gernas bi navên, Ehmed Qasimî Cêgirê Pela 11, Mahir Ebdî û selah Mecîdfer ji pêşmergên mêrxas şehîd bûn, ku termê wan 3 Şehîdan her livê li gevriya meydana Zînê bi axê hatne sipartin.
Niha piştî derbasbûna 34 salan bi ser şehîd ketina wan xweşmêran, hêzên rejîma dijî mirov kerb û kîn û dijmanayetiya xwe di gel Kurd û Kurdistanê, bi ser cih û mezar û rufat û hestiyê wan şehîdan de dirije, û gora wan têk dide û sivkatiyê bi şehîdên Kurdistanê dike.
Yad û navê wan şehîdan û hemî şehîdên Kurdistanê di nava dilê gelê wan de zindiye, merg û neman rûreşî bo dujminên gelê kurd.