
Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst dest bi ser 800 ajelên çendîn malbatên xelkê “Peswê”a Pîranşehrê de girtine.
Çavkaniyeke agehrdar, tevî piştrastkirina nûçeya zewetkirina ajelên xelkê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve ragihand: “Spaha Pasdaran pezê xelkê bajaroka Peswêya Pîranşehrê bo kuştargeha bajarê Şinoyê vediguhest, lê xelkê li sêrêyana gundê “Hêye” pêşiya hêzên Spaha Pasdaran girtine û li dijî wê kiryarên nemirovane yên Spaha Pasdan rawestan”.
Pêka gotina wê çavkaniya agehdar, hêzên Spaha Pasdaran li sînorê Kêleşîna ser bi bajarê Şinoyê dest bi ser wan pezûterşan de girtine ku ew pezûterşên xelkê Pîranşarê bûn.
Di Kêleşînê de hêzên Spaha Pasdaran bi awayekî tundûtîjî digel xelkê reftar kirine û bê cudatîdanîn di navbera jin û mêran de bi dijwarî ew kutane û herwisa 100 ajelên xelkê di binkeya leşkerî ya “Hîq”ê de ragirtine.