Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Spaha Psdaran li devera Jaweroyê givaş xistine ser xelkê

13:48 - 21 Hezîran 2021

Pêka zaniyariyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li gundê “Mêraw”ê girêdayê devera Jaweroya bajarê Sinê, Spaha Pasdaran bi rêya balafirên bê pîlot, çavedêriyê li ser hatûçûya xelkê dikin.

Pêka wan zaniyariyên xelkê ku hêzên Spaha Pasdaran bi hêceta amadebûna pîşmerge, li nav zewiyên werzîriyên xelkê digerin û bo xelkê pirsgirêk afirandine.

Hevdem hejmarek li caş û bikirêgirtiyên rejîma Îranê li bajarê Seqizê bi serûçavên weşartî li nav xelkê de digerin û tirs xistine nav xelkê.