Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên taybet ên rejîm li Mîrava Bokanê, 8 avahiyên hemwelatiyan hiloşandin

22:12 - 7 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Hêzên gadra taybet yên rejîma Îranê êrîş kirine taxa Mîrava Bokanê û bi çendîn dezgeh Lodêr, 8 avahiyên hevwelatiyên vî bajarî hiloşandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pençşemî bervara 5’ê Hezîran a 2014’an, hêzên rejîm ligel 150 kes garda taybet û bi çendîn Lodêran li derdora xwendingeha Necarî a taxa Mîrava bajarê Bokanê, heşt avahiyên hemwelatiyên wî bajarî hiloşandin.

Ew kiryara rejîm di demekê de bû ku ew malbatane li ser mala xwe bûn.

Li gor ew raportên ku bi destê malpera Kurdistanmedia gihîştine, ew malbatane bi bê tu cure pasawek û hayîdarkirinek ji sûça wan, ji aliyê hêzên rejîm ve êrîş ji wan hetiye kirin ku her nekarîne alavên xwe yên jiyanê li nav wan avahiyane de kom bikin.

Herwusa endamên wan malabatane ku bo ew hewla nayasayî û pasanîna hêzên rejîm narizayetiya xwe derbirîn û hatin binçav kirin û bo bargehên hêzên rejîm veguhastin.

Heyamek berî niha li kiryarekî bi wî awayî hêzên rejîm li bajarê Urmiyê bi hinceta ewê ku hemwelatiyan bo çêkirina avahiyan mohleta yasayî wernegirtine, avahiya wan hemwelatiyan hiloşandin.