Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Tirkiyê êrîşê li ser hêzên Beşar Esed kirin û Rûsiyê berteka xwe nîşan da

17:46 - 3 Şibat 2020

Hêzên atrêşa Tirkiyê erîşê li ser hêzên Sûriyê kirin û 30 heya 35 kes ji hêzên artêşa Sûriyê kuştin.

Pêka nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Anadolu”yê a girêdayê hikûmeta Tirkiyê, artêşa Sûriyê îro, 14`ê Rêbendana 1398`an (3`ê Şibata 2020`an) li 2 KM rojavayê qezaya “Seraqib” a girêdayê parêzgeha “Îdlib”ê, xala kontrolkirina Artêşa Tirkiyê topbaran kiriye.

Artêşa Sûriyê, êrîşa berfireh ya li ser parêzgeha “Îdlib”ê dest pê kiriye ku, di bin kontrola gurûpên çekdar yên dijî rejîma Sûriyê de ye, û pêka rêkevtina Sûçî, ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye, 12 xalên leşkerî yên çavdêrî yên Tirkiyê jî, li ser sînorê wê herêmê hene, ku yekek ji wan xalan li rojavayê Helebê, yek li bakurê Hemayê û 10 xalên din jî li ser sînorê parêzgeha “Îdlib”ê ne.

Di encama vê êrîşê de, 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne, ku rewşa yekek ji wan birîndaran nebaş e.

Di derheqê vê êrîşê de, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, “Îbrahîm Kalin”, bertek nîşan da û got: “xwîna leşkerên me, li ser erdê namîne û bikerên wê êrişê, dê hesabê bidin”.

Kalin daxuya ku, ev êrîşe li dijî “Rêkevtina Îdlib”ê hatiye encamdan û tekez kir ku, hêzên Tirkiyê “di cih de bersiv û berteka êrîşê dane”.

Di encama êrîşên berdewam ên artêşa Sûriyê de, Rûsya bi balafirên xwe yên şerker piştgiriyê dide wan, heta niha, 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ketine nav sînorê desthilata rejîma Sûriyê û di jêr dorpêça hêzên artêşa Sûriyê de ne.

Di wê derheqê de, Serkomarê Tirkiyê, “Recep Teyîb Erdoxan” baskiriye ku, artêşa wî welatî, bersiveke tund daye êrîşa hêzên Sûriyê ya ku li ser hêzên Tirkiyê di Îdlibê de hatiye encamdan û got, 30-35 kes ji hêzên Sûriyê, hatine kuştin.

Erdoxan tekezî li ser berdewamiya hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Îdlibê kir û got: “Em li ser berdewamiya operasyonên xwe yên li Sûriyê rijd in û em dê bersiva her êrîşekê bidin ku li dijî hêzên me bê kirin.”

Erdoxan destnîşan kir, ku di bersivê de, hêzên Tirkiyê “bi topxane û balkafirên şerker yên corê F-16, 40 cihên destnîşankirî yên hêzên rejîmê kirine armanc” û tekez kir, di bersivdana hêzên Tirkiyê de, “pêka  encamên destpêkê 30-35 kes ji hêzên Sûriyê hatine kuştin.”

Bi gotina Erdoxan, artêşa Tirkiyê, piştî êrîşa hêzên Sûriyê “ji demjimêr 06:15`ê sibêzû ve, 122 gulleyên topê, 100 gulleyên hawinan, avêtine 46 cihên rejîmê.”

Serkomarê Tirkiyê, herwiha da xuya, ku Tirkiye li hember kuştina leşkerên xwe, bêdeng namîne û gotiye ku, em dê li ser hesabpirsîna vê yekê berdewam bin.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, li derheq wê êrîşa îro ya ku artêşa Sûriyê bo ser hêzên Tirkiyê baskiriye ku, hêzên Tirkiyê bê agahdarkirina Rûsyayê, li nav sînorê herêma Îdlibê, dest bi çalakiyan kiribûn, lewma rastî êrîşa hêzên hikûmeta Sûriyê hatine, ku xalên di destê terorîstan de, yên li rojavayê bajarokê “Seraqib”ê dikirin armanc.

Navenda Rûsyayê bo Lihevanînê ku li Binkeya Leşkerî ya Himêmîmê ye, di daxuyaniyekê de li ser êrîşa îro ya hêzên Tirkiyê li sînorê Îdlibê, hinek ronkarî belav kirin.

Pêka daxuyaniya vê navenda girêdayê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, “şeva 2 li ser 3`ê Şibatê hêzên Tirkiyê bê agahdarkirina Rûsyayê, li nav sînorê herêma Îdlibê dest bi çalakiyan kiribûn.”

Navenda Rûsyayê bo Lihevanînê red kiriye, ku Tirkiyê bi balafiran êrîşî ser hêzên Sûriyê kiribe û diyar kiriye, ku “ti balafirên Tirkiyê esmanê Sûriyê derbas nekirine” û tekez kiriye, “ti êrîşek li dijî binkeyên hêzên Sûriyê nehatiye tomarkirin.”

Herwisa wê navendê da zanîn, ku “hêzên esmanî yên Rûsiyayê bi awayekê berdewam çavdêriya herêma Îdlibê û navçeya kêmkirina aloziyan dikin”.