Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikmê Dadigeha Lahê li ser Fermandara bajarê Qudsê

11:22 - 6 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Dadgeha Navnetewî ya Lahê Hikmê şopa Întirpolê li ser Leyla Wasiqî fermandara Bajarê Quds a ser bi parêzgehê Tehranê da.

Dadgeha Lahê bi sedema ku fermandara bajarê Qudsê, Leyla Wasiqî fermana kuştina xwenîşanderên vê dawiyê dabû, hikmê girtin û li pey ketinê derkir.

Dadgeha Lahê ew jin a desthilatdar a rejîma Îranê, wekî bikuj û cinayetkar li dijî mirovahiyê zanî û hikmê girtin û mehkimekirina wê da.

Wê cinayetkarê gelek bi şanazî ve, li ber çavê Kamêrayan ragihand ku fermana kuştina xwenîşanderan daye hêzên rejîmê.

Li ser biryara Leyla Wasiqî bû ku, hêzên dijî mirov li bajarê Quds a ser bi parêzgeha Tehranê, dehan xwenîşander dane ber Gulleyan û kuştin.

Pêka vê biryara Dadgeha Navnetewî ya Lahê, Leyla Wasiqî ji aliyê Polîsê Întirpolê ve tête şopandin û li her cihekê be dibe bête girtin û mehakimekirin.

Li ser biryara rêberên pile bilind ên rejîmê, Sedan kes ji xwenîşanderan di Îranê de hatine kuştin, ku heta niha jî hejmara serast xûya nîne.