Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikmê sêdaredanê bi ser hepsiyekî siyasiye Kurd de hate sepandin

13:36 - 11 Îlon 2020

Hepsiyekî siyasiye Kurd ku di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de ye, ji aliyê çiqa 2 a binav dadigeha şorişa Urmiyê ve, bi sûçê endametî di yêk ji partiyên Kurd ên dijberî rejîmê de, hikmê êdamê bi ser de hate sepandin.

Roja 10ê Îlona 2020 an, ew hikmê bi ser hepsiyê siyasiye Kurd Şakir Bêhrûzî naskirî bi Ferhad xelkê Gundê Dize ya nawça Mirgevera Urmiyê hatiye sepandin û jê hatiye agehdarkirin.

Di meha Adara îsal de, ji aliyê Dadigehê ve, 5 sal heps bi ser wî zîndaniyê siyasiye kurd de hatibû sepandin, lê piştre bi tedexul kirin û perwende çêkirina bo wî zîndaniyî ji aliyê navendên ewlehiyê rejîmê ve, carekî dinê di dadigeha pêdeçunê de, bi sûçê dijberiya rejîmê û kuştina endamekî sipaha Pastaran, hikmê êdamê bi ser de hate sepandin.

Ew hepsiyê siyasiye Kurd, Sala 2018 an de bibû endamê yêk ji partiyên siyasiye Kurd yên dijberî rejîma Îranê, û piştî hingê bi vergirtina emannamê vegeriyabû mala xwe û xwe bi îdara îtla`ata bajarê Urmiyê dabû nasandin.