
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî”, derheq radestkirina hepsiyê Kurd, “Mistefa Selîmî”, xelkê bajarê Seqizê ku Penah bo Herêma Kurdistanê anîbû daxwaza lêkolînê kir.
Di daxuyaniyekê de, Berdevkê Herêma Kurdistanê ragihand: “Di piraniya kanalên ragihandinan de basa wê yekê tê kirinê ku welatiyekî xelkê bajarê Seqizê bi navê “Mistefa Selîmî” ku penaha xwe bo Herêma Kurtdistanê anîbû, li sînorê “Pêncwîn”ê ji aliyê Asayîşê ve radestî Îranê kirine”.
Di wê daxuyaniyê de hatiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê agehdarê wê mijarê nîne û hekî tişteke wiha qewimî be, ew bê agehdariya Hikûmeta Herêam Kurdistanê hatiye kirin”.
Li ser wê mijarê, Serokê Encumena Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ferman daye ku bo lêkolîn li ser wê mijarê lêjneyek pêk bînin.
Sibêzûya roja Şemî, 23`ê Xakelêwe, cezayê Îdamkirina “Mistefa Selîmî”, di girtîgeha bajarê Seqizê de ji aliyê rejîma terorîstperwer a Îranê ve hate cîbicîkirin.
Pêka gotina rojnamevan û çalakvanên mafê mirov yên Kurd, navbirî piştî revîn ji girtîgerha Seqizê, li sînorê Banê tê binçavkirin û piştre cezaya îdam kirinê tê cîbicî kirin.