Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina Serokê nû yê Îmaratê bereya dijî Îranê bihêztir dike

12:55 - 15 Gulan 2022

bi hatine serkar a Serokê dewleta Îmaratê, “Şêx Mihemed bin Zayîd Alê Nehiyan” bereya dijî Îranê bi hevkarî digel Îsraîlê bihêztir dike.  

Roja Şemî 14ê Gulanê “Şêx Mihemed bin Zayîd Alê Nehiyan” bi awayekî fermî bû bi Serokê dewleta “Îmarat”ê û Cihgirê “Şêx Xelîfe Bin Zayîd Alê Nehiyan”.

Di vê derheqê de Nûçegihanya “Reuters”ê belav kiriye ku bi hilbijartina serokê nû yê dewleta Îmaratê, dê bereyek nû û bihêz li Rojhilata Navînî bi hevkariya Îsralî li dijî rejîma Îranê û Îslama Siyasyî bê avakirin.

Herwisa bi sedema pêwendiya “Şêx Mihemed Bin Zayîd” digel Îsraîlê û hewldana wî bo baştirkirina pêwendiya Îmara û Îsraîlê, gelek kesên siyasî û çavedêrên hilbijartina wî, hatina navbirî wekî bihêzkirina bereya dijî rejîma Îranê dane zanîn.

Herwisa “Şêx Mihemed” digel “Donald Trump” ê Serokomarê berê yê Amerîkayê pêwendiyek baş heye û di dema serokayetiya “Trump” û danîna dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê piştevanî ji siyasetên Amerîkayê li dijî Îranê dikir.