Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hin kesên dûr ji pirensîbên jîngeha Kurdistanê hirçek di bajarê Urmiyê de kuştin

12:14 - 28 Adar 2020

Çend kesekî xelkê gundê Melûnê li herêma Biradost a girêdayê bajarê Urmiyê gelek hovane hirçeke kêvî kuştin.

Wan kesan gelek hovane û bêrehmane, ee hirç zecirkuj kirin, û bi şanazî ve fîlm û wêne ji wê cinayeta xwe girtine û di nav torên civakî de belav kirine.

Hirç û pareke dinê ji ajelên kêvî gelek kêm mane û mixabin tixm û nesla wan ber bi nemanê ve diçe.

Xelkê Kurdistan bona parastina ciwanî û dewlemendiya Kurdistanê di warê jînge û hebûna ajelên kêvî de, dibe hemû xwe berpirsyar bizanin û çand û kultûrekê bigirine berahîka xwe ku cihê şanaziya hemû gelê xwe bin.

Jîngeha Kurdistanê hewcehî bi parastinê heye û her Kurdek dibe xwe di hember parastina jîngehê de berpirsyar bizane.

Bila em her bi xwe nebine sebebê jinavbirina hemû ciwaniya Kurdistanê, jingeh jî bi ajelan ciwan e.

Bêguman ew karê wan çend kesên gundê Melûnê cihê şermê ye û dûr ji pirensîbeke jingehparêzî ye.