Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardekirina nefta Kerkûkê bo Îranê tê ragirtin

11:32 - 27 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia :Yekem pêngava nû ya hikûmeta Îraqê li dijî berjewendiyên rejîma Îranê tê hilgirtin û hinardekirina nefta Kerkûkê li Herêma Kurdistanê bo Îranê radigire.

Nûçegihaniya “Routers”ê ji devê berpirsekî payebilind yê hikûmeta Îraqê ve belav kiriye, hikûmeta nû ya Îraqê bi serokayetiya “Adil Ebdulmehdî” biryar daye ku  hinardekirina nefta Kerkûkê bo Îranê rabigire, eva jî wekî pêbendiyekê bo cezayên Amerîkayê bo ser Îranê ye.

Hikûmeta nû ya Îraqê di hewl de ye ji rêya boriya nefta Kurdistanê, nefta Kerkûkê hinardeyê Turkiyê bike.

Di vê pêwendiyê de, serokwezîrên Îraqê, li derheq rejîma Îranê ragehand: Di pêxema razîkirina Tehranê û her welatekî din, em lîstikan bi çarenivîsa berjewendiyên gelê xwe nakin.

Ebadî piştî cîbicîbûna bikiryar ya cezayên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê û sepandina dorpêçan, ragehand: welatê wê neçar e pêbend bi biryarên Amerîkayê be, û dorpêçan li dijî rejîma Îranê cîbicî bike.

Rejîma Îranê desteke bilind di destêwerdana di nav karûbarên welatên deverê bixasmanî Îraqê de heye, û heta ji bo heyamekê birêveberê Îraqê bû, û di vê pêxemê de pereyeke zor xerc dikir, bo vê ku deshelata xwe di welatên deverê de zêde bike û bikare bi hêsanî kiriyarên terorîstî yên xwe cîbicî bike.