
Hinardekirina nefta Îranê di meha January (Janviye) a îsal de, bi qasî 277 hezar bermîlan bûye, ku pêka meha December (Disambir) a sala derbasbûyî, bi qasî %15 kêm kiriye.
Kompaniya Kopler (Kompaniya Zaniyariyên Vize û Redyabî a gemiyên nefthilgir), di amarên xwe de bas dike, ku hinardekirina nefta Îranê di rojê de bi qasî 277 hezar bermîlan di wê mehê de hinarde hebûye, û bi wî awayî di yek rojê de bi qasî %15 kêm kiriye, parek ji nefta Îranê bo welatê Çîn û Suriyê tê hinartin û ya mayî jî, di bazara “reş” de tê firotinê.
Berê, hinarda nefta Îranê di roj de, 2 milyon û 500 hezar bermîl bû ku niha nêzî 10 beranberan kêm kiriye.
Herwisa Kompaniya Kopler bas dike ku, hinarda neftê ya piraniya endamên OPEC (Opêk)ê yên wekî Îran, Îmarat, Gîne, Gabon û Lîbî, di meha derbasbûyî de, bi qaseke berçav nefta xwe kêm kirine.
Welatê Çîn, ku mezintirîn welatê hinardekirina neft di cîhanê de ye, di sala derbasbûyî a Zayînî de, di her rojekê de, 10 milyon û 240 hezar bermîl neft hinarde kiriye, ku tenê %3 a wê neftê ji Îranê ve bûye.