Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardeya rejîma Îranê bo welatê Çînê bi qasî %58 daketiye

17:12 - 25 Çirriya pêşîn 2020

Amarên fermî yên şirîkê ticareta kompaniyên Îranê wekî welatê Çîn dide xuya, ku berdewamiya berfireh ya karîkeriya dorpêçên Amerîka li ser ticareta derve ya rejîma Îranê û daketina berçav ya hinardekirina wî welatî bi welatên din di 9 mehên derbasbûyî de nîşan dide.

Roja Yekşemî, 25ê Çirriya Pêşîn, gumrika welatê Çînê rapora ticareta xwe ya 9 mehên sala 2020an ya wî welatî belav kir û pêka wê raporê, hinardekirina ji Îranê bo Çînê pêka sala derbasbûyî, bi qasî %58 daketiye û bûye 4 milyard û 657 milyon dolar.

Hinardekirin ji çîn bo Îranê jî bi daketineke %8î daketiye bi 6.6 milyard dolar.

Bi wê pêkê, hinaredekirin ji çîn bo Îranê bi qasî 2 milyard dolar zêdetir ji hawirdekirin ji Îranê ye.

Gumrîka Çinê daye xuya ku rojane bi awayê nêvincî, 167 hezar bermîl neft ji Îranê kiriye ku %25 ji meha Îlona sala derbasbûyî zêdetir e, lê nêvinciya rojane ya hawirdekirina neft ji Îranê li 9 mehên îsal nêzî 79 hezar bermîl bûye ku pêka sala derbasbûyî bi qasî %78 daketiye.

Berê Çînê rojane 700 hezar bermîl neft ji Îranê dikirî.