Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinarên devera “Siyab” a Luristanê bi kêmtirîn nirx têne firotin

11:42 - 29 Îlon 2021

Bi sedema nebûna sarxaneyan li devera “Siyab” a Kûhdeşta parêzgeha Luristanê, hinarên wê deverê bi kêmtirîn nirx têne firotin.

Pêka nûçeyên belav bûyî, rejîm bi nirxek gelek kêm hênarên xelkê devera “Siyab” a Kûhdeşta parêzgeha Luristanê dikire û ev yeka bûye sedemê nerizayetiya xelkê wê deverê.

Berhemanîna hinaran tevî zehmetiyên zêde, xercek gelek zêde heye û çendîn pirsgirêkên bingehîn ên werzêran wekî pirsgirêka av, hewcehiyên parastina daran ji afetan, firotina berheman, nebûna sarxaneyan, ranedana kanalên veguhastina avê, lehî, qerebûnekirina xisaran û xemsarî û guhnedana berpirsan heye û rejîma Îranê bo çareserkirina wan pirsgirêkan heta niha ti pêngavek hil negirtiye.

Pêka amaran, 3 hezar û 500 hiktar baxçeyên hinaran di parêzgeha Lurdistanê de hene û werzêran gotine: “Bo avdêriya hiktarek ji baxçeyên hinaran, milyonek û 100 hezar Tumen ji wan tê standin û av bi qasek hewce bi wan re nayê dan”. 

Herwisa werzêran gotine, heta niha qerebûya lehiya sala 1398an a Rojî, nehatiye kirin û çavkaniyên avê jî nehatine paqijkirin.