
Kurdistanmedia: Roj bi rojê giranî zêdetir zextê dixe ser xelkê welat, û di rastî de jiyanê ji xelkê tal dike, û hindek nûnerên meclisê jî rayedaran bi tundî rexne dikin.
Li gora nûçegihaniya “ISNA”yê , nûnerekî meclisa Şêvra Îslamiya Îranê bi navê Kuruş Kerempûr roja Yekşemiyê 11`ê Sermawezê di axavtina berî destûra meclisê de got: “Gelo ma 14 milyard Dolar erzê 4200 Tûmenî bi berpirsan nehate dayîn, bona vê ku kalayên bingehîn bi dest bixin? Gelo çima dibe serbarê vê yekê, em şahidê bilindbûna kelûpelan heya asta %70 bin”?.
Her di vê derheqê de Mihemedriza Pûr Îbrahîmî, nûnerekî din ê meclisê jî ragehand: “Dewlet salane 13-14 milyard Dolarî erz bi nirxa 4200 Tûmenî bona anînejor a kelûpelan didanê, lê serbarê vê yekê jî, îsal navgîna nirxa kelûpelên bingehîn li çav sala borî, %70 bilind bûye”.
Di rastî de ew gotinên nûnerên meclisê nîşan dide, ku nabe bawerî bi qewl û sozên rayedarên rejîmê bê kirin, û ew çiqas qewlan jî bidin, lê dîsan jî li ber siyasetên wan ên şaş û li ber destpîsiya malî û diziyê, ew nikarin kêşeyan çareser bikin.
Tenê riya çareseriya kêşeyan bi raya gellek karnasên aborî û siyasî ew e ku ew rejîma êdî nemîne, û ser ji nû deshilateke demokratîk û xelkî bê avakirin ku bikare serwet û saman welat, bo xelkê welat xerc bike, ne ji bo girûpên tundrev û paşvemayî ên nav welatên din de.