Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindek ji nûnerên meclisa rejîma Îranê dosiyeyên gendeliya exlaqî hene

12:28 - 31 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Hinek Nûnerên meclisê ku dibe nûnerê rasteqîne ên xelkê bin û bergiriyê ji mafê xelkê welat bikin, û bibin tirîbonek bo êş û azarên wan, niha dosiyeyên exlaqî hene.

Kesê bi navê Selman Xudadadî ku serokê Komîsyona Civakî ya meclisê ye, li ser fesada exlaqî dosiyeya wî çû Dezgeha Dadweriyê de, lê Dezgeha Dadweriyê ew bêguneh da zanîn. Lê hinek ji nûnerên muhafizekar pêdagiriyê dikin li ser dadgehîkirina wî, û wî tawanbar dizanin. Selman Xudadadî berê yek ji fermanderên Spaha Pasdaran bû, ku bi Hac Selman dihate bangkirin. Herwisa navbirî berpirsê giştî ê Îdareya Îtila`ata Erdebîlê bûye.

Mihemed Hesen Cemşîdî nûnerê Bêhşehrê û Hesen Siyêdabadî nûnerê Sebzwarê du nûnerên din ên meclisê bûn, ku bi tohmeta gendeliya exlaqî hatibûn destbiserkirin.

Dosiyeyeke Selman Xudadaî himbêz kirina keçekê ye ku derheq kêşeyên pêwendîdar bi nexweşiya bavê xwe serdana ofîsa wî kiribû, û dosiyeyke din jî destdirêjiya navbirî li ser munşiyê ofîsa xwe bûye.

Lê niha ew serokê komîsyona Civakî ya meclisê ye ku dibe pirojeyasayên derheq jinan, ciwanan, kar û xisarên civakî  û mijarên wek wê lêkolîn bike.

Xulamriza Katib nûnerê Germsar jî di hilbijartina meclisa nehem de rikeberê Perwîn Ehmedînijad bû, û li hember de serkevt, lewra wê demî dihate gotin ku bi qestî dosiyeyeke exlaqî jê re hatiye çêkirin. Lê piştra eşkere bû ku navbirî xwastiye destdirêjiyê bike ser du jinan di Fîlîpînê de. Wê demê navbirî ji aliyê polîsan ve rastî lêpirsînê hat, û piştî vê ku 500 Dolar jê wergirtin ew azad kirin.

Herwisa xwediyê beşa asansoran di hotêleke Fîlîpînê doz li dijî Katib vekiribû, lê balyozxaneya Îranê ji riya pêwendiyên ku digel berpirsê hotêlê hebûn, ew mesele peçavtin.

Li ser gellek nûnerên din jî gotegotên fesada exlaqî heye, lê dosiyeyên wan kevirek li ser danîne, û nehêlane ku bikeve nav zar û zimanan.

Di pêkhateya meclisa rejîma Îranê de, tenê mijarên weke destdirêjî û azara cinsî wekî gendeliya exlaqî tê binavkirin, lê kiryarên din ên wekî pêwendiya digel jinên soba (mucered) li jêr navên wekî sîxekirinê de tê pînekirin, û aliyê tohmetbar wekî tawanbar nahê naskirin.